Agahî ji mirovên ji aliyê Boko Haram ve hatine revandin nayê wergirtin

Ji 500 jin û zarokên di sala 2014'an de li herêma Damasak a Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatin revandin, agahî nayê wergirtin.

Ji 500 jin û zarokên di sala 2014'an de li herêma Damasak a Nîjeryayê ji aliyê Boko Haram ve hatin revandin, agahî nayê wergirtin.

Bûyera revandinê ya herî girseyî li Chîbokê pêk hat, ku li vir 276 zarokên keç ên lîseyî hatin revandin. Her çend hikûmeta Nîjeryayê di Adara 2015'an de daxuyaniyek da û revandina komî ya zarokan ji aliyê Boko Haram ve derewand jî, agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, vê revandinê piştrast dikin.

Çavkaniyekî herêmî piştî revandina zarokên keç ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û diyar kir, ji bo rastî nerazîbûna hikûmetê neyên wan di destpêkê de ti daxuyanî nedane.

Heman çavkaniyî da xuyakirin, ku hemû dayik û bavên zarokên wan hatine revandin ji axaftinê ditirsin û anî ziman, zarokên wan ên 7 salî jî hatine revandin. Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan li se revandina jin û zarokên li Nîjeryayê raporek weşand.

Di raporê de hat destnîşankirin, revandina zarokên keç ên lîseyî li Chîbokê, li qada navneteweyî deng veda. Çavkaniyên herêmî didin zanîn, ku li Damasakê Boko Haram ketine nava dibistanên taybet û olî û zarokên 5 salî jî di nav de gelek zarok revandiye.

Kesekî nexweş navê xwe eşkere bike ragihand, li Damasakê çeteyan ciwanên 15-16 salî revandine, ew neçar mane herêmê biterikînin û piştî vegeriyane dîtin gora komî ya ji 200 kesî çêkirine.

HRW jî di rapora xwe de diyar kir, li herêmê herî kêm 300 zarok hatine revandin û hikûmeta Nîjeryayê ti nerazîbûn nîşan nedaye, ti tedbîr negirtiye. Hin kes jî dibêjin, hikûmet hewl dide mesela revandina komî ya zarokan binixumîne.

Tê gotin li vî bajarê di 9'ê Adara 2015'an de ji Boko Haram hat rizgarkirin, gorên komî yên herî kêm 100 cesed tê de hene, hatine dîtin. Şêniyên Damasakê dan zanîn, ku wan piştî mehekê bi dehan cesedên jin û zarokan li nava kolanan, li malan û qiraxa çem dîtine.