Li Pakîstanê êrîşa xwekujî: 53 mirî, 100 birîndar
Di êrîşa xwekujî ya li lûnaparkek li paytexta eyaleta Pencap Lahor a Pakîstanê de li gor agahiyên destpêkê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşa xwekujî ya li lûnaparkek li paytexta eyaleta Pencap Lahor a Pakîstanê de li gor agahiyên destpêkê 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, 100 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyaniya berdevkê polîsan ê li Lahorê de hate ragihandin ku di êrîşa bombeyê zindî ya li lûnaparka bi navê ‘Gulşen Îkbal’ de 53 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku êrîş li hember gel ê ku roja Yekşemê bi wesîla betlanê tên lûnaparkê pêk hatiye, hate diyarkirin ku di nav birîndaran de gelek jin û zarok jî hene.