Li eyaletên Alaska û Washîngtonê Sanders li pêş e

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), beriya hilbijartinên meha Mijdarê, pêşbirka pêş hilbijartinê ya li nava Partiya Demokrat, dewam dike.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), beriya hilbijartinên meha Mijdarê, pêşbirka pêş hilbijartinê ya li nava Partiya Demokrat, dewam dike. Bernîe Sanders ê di nava jin û ciwanan de gelekî populer e, piraniya dengê delegeyên li Alaska û Washîngtonê bi dest xist.

Li gorî encamên ji aliyê qenalên televîzyonê CNN û MSNBC weşandin, di pêş hilbijartinên li Alaska de Bernîe Sanders ji sedî 79 ê dengên delegeyan, Wezîra Karên Derve ya Berê Hîllary Clînton jî ji sedî 21 stend. Di pêş hilbijartinên li eyaleta Washîngtonê de jî Sanders ji sedî 76 ê dengên delegeyan wergirt.

Beriya hilbijartinên li van her du eyaletan hejmara giştî ya delegeyên Clînton 1.690, ya Sanders jî 946 bû. Ji bo namzeta/ê Partiya Demokrat were diyarkirin, pêwîstî herî kêm bi 2.382 delegeyan heye.

Li gorî nirxandinan, Hîllary Clînton di pêş hilbijartinan de bêhtir bi avantaj e. Tevî ku Bernîe Sanders li gelek eyaletên biçûk li pêş jî be, li eyaletên mezin ên weke New York, Pensîlvanya û Marylandê ku hejmara delegeyên wan zêde ne, piraniya delegeyan li aliyê Clînton cih girtine.

Li Hawaî jî ji bo 25 delegeyan hilbijartin hat kirin, lê hînê encam diyar nebûye.