Karê ji bo tespîtkirina nasnameya qurbaniyên li Brukselê dewam dike
Rayedarên Belçîkî, hefteyek piştî êrîşên 22'ê Adarê dan xuyakirin, ku di êrîşan de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serdozgeriya Brukselê ragihand, ji kesên jiyana xwe ji dest dane 17 Belçîkî, 15 jî biyanî ne. Ji 340 kesên birîndar bûn jî 94 kes hînê li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Di roja destpêkê ya êrîşê de hejmara miriyan 35 kes hatibû eşkerekirin. Rayedaran hesibandin û dîtin kuhin kes du caran hatine jimartin.
Rayedaran diyar kirin, ku karê ji bo tespîtkirina nasnameya hemû qurbaniyên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane, dewam dikin.
Hat ragihandin, ji birîndarên li nexweşxaneyan tên dermankirin 90 Belçîkî, 2 jê Fransî, 2 jî DYA'yî ne.