CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li balafirgeha Brukselê teqîn: Mirî û birîndar hene
4 roj piştî ku Erdogan got, 'Ti sedem nîne ku li Brukselê bombe neteqin', li balafirgehe paytexta Belçîka Brukselê, îro danê sibehê 2 teqînên mezin rû dan. Ji ber teqînan mirî û birîndar hene. -
Yahûdiyên dawî yên li Yemenê anîn Îsraîlê
Li gorî daxuyaniya Ajansa Yahûdî ya ku navenda xwe li Îsraîlê ye, operasyona transferkirina Yahûdiyên li Yemenê ku di sala 1949'an de destpê kir û ji ber şer hat zêdekirin, bi dawî bû. -
Li Elmanyayê wê ji bo teqawîtan 'zemeke bilind' bê kirin
Li Elmanyayê yek ji heft teqawîtan di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Hikûmete da xuyakirin, ku ew ê ji bo mûçeyên teqawîtan zema herî bilind a 20 salên dawî bike. -
Danûstandinên li Cenevreyê bi kêr nayên
Di danûstandinên li Cenevreyê de, ku Kurd û mûxalefeta din a demokratîk li derve hatine hiştin, ji bilî windakirina demê heta niha ti encam jê derneketiye. -
Qedexeya kîsikên plastîk a li YE dereng dimîne
Derengxistina qedexeya li ser bikaranîna kîsikên plastîk li Yekîtiya Ewropayê (YE), di rojevê de ye. -
Obama li Kubayê ye
Serokê DYA Barack Obama hat paytexta Kuba Havanayê. Obama wê bi Serokdewletê Kubayê Raûl Castro re hevdîtinê bike. -
Greva li Fransayê gelek seferên balafiran betal kir
Ji ber greva xebatkarên rêyên hewayî ya li Fransayê, di serî de li Parîsê li gelek balafirgehan seferên balafiran betal bûn. -
Li Elmanyayê pirsgirêka stargehên penaberan li gorî herêman tê guhertin
Ji ber derbasbûna penaberan di ser Balkanan re hat astengkirin, hatina Elmanyayê jî kêm bû. Tevî vê yekê jî tê gotin pirsgirêka stargehên ji bo penaberan hînê di asteke cidî de ye. -
NY wezîfedarên xwe yên sivîl ên li Sahra Rojava ya dagirkirî vekişand
Li ser daxwaza Fasê ku nerazîbûn nîşanî gotinên Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon ên li ser statuya Sahra Rojava ya dagirkirî da, wezîfedarên mîsyona Mînûsor ev welat terikandin. -
Ji sala 1770 û vir ve cara yekê ye dûvstêrk nêzî cîhanê dibin
Du dûvstêrkên bi salan e tên şopandin, wê îro û sibe ji cihekî gelekî nêzî cîhanê derbas bibin. -
Ûkrayna di 24 saetên dawî de 300 caran agirbest binpê kir
Hêzên artêşa Ûkrayna di 24 saetên dawî de 302 caran hevpeymana Mînskê binpê kir. Çavkaniyên Komara Gel a Donetskê îfade kirin ku êrîş li gelek gundên derdora Donetskê pêk hatine. -
Elmanya û Fransa 600 polîs û pisporan dişînin Yewnanîstanê
Tê gotin, Elmanya û Fransa ji bo hîn bêhtir bi lez penaberên tên giravên Yewnanîstanê dersînor bikin, amadekariyan dikin ku bi sedan polîs û pisporan bişînin. -
Balafira Dûbayî li Rûsyayê ket: 61 mirî
Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeîng 737-800 a rêyên hewayî ya Dûbaî FlyDûbaî, dema dadiket balafirgeha Rostov-on-don a Rûsyayê ket xwarê. Di qezayê de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Lûla wê derbasî nava hikûmetê bibe, gel jî herikî kolanan
Li Brezîlyayê zextên li Partiya Karker (PT) a li desthilatdariyê ye, zêde bûn. Astengiyên qanûnî yên li pêşiya tevlîbûna Serokdewletê berê Lûla li nava hikûmetê rabûn. Navê Lûla lêpirsîna bertîlê de derbas dibe. -
Bersûcê komkujiya Bataclanê wê radestî Fransayê bê kirin
Bersûcê komkujiya Parîs-Bataclanê Salah Abdeslam ê li taxa Molenbeek a paytexta Belçîka Brukselê hat girtin, tê payîn radestî Fransayê were kirin. -
Koreya Bakur du fuzeyên din ceriband
Hat ragihandin, Koreya Bakur 2 fuzeyên din ceribandiye. -
YE di mijara penaberan de çareseriya xwe ya pêşkêşî Tirkiyeyê bike zelal kir
Serokwezîrê Luksembûrgê Xavîer Bettel da xuyakirin, ku ew ê çareseriya hevpar a welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser li hev kirine pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bikin. -
Elmanya ji bo rêyên veguhastinê 265 mîlyar Euro vediqetîne
Bi budçeyeke herî bilind a dîroka xwe re Elmanya amadekariyan dike, ku plana rêyên veguhastinê bixe meriyetê. -
Para Çînê di germahiya global de ji sedî 12 ye
Bi pêşengiya yek ji pisporên Zanîngeha Pekînê Lî Bengang re lêkolînek hat û hat ragihandin, ku para Çînê ya germahiya global de ji sedî 12 ye. Ev lêkolîn li kovara Natûre jî hat weşandin. -
Li Fransayê greva 5,4 mîlyon karmendan li ber derî ye
Li Fransayê nîqaşên li ser pêşnûme qanûna xebatê dewam dikin. Ji bo başkirina mûçeyên karmendan jî zexta sendîkayan zêde dibe. -
Di bomberdûmana Siûdiyan a li Yemenê de zêdeyî sed sivîl hatin qetilkirin
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstaina Siûdî, li Yemenê komkujiyeke mezin kir. Di bomberdûmana duh de herî kêm 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Dibe ku Brexit rê li ber serxwebûna Skoçan veke
Bala mirovan li ser referandûma 23'ê Hezîranê ya li ser derketina Brîtanya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit) ye. Pêkane piştî referandûmê daxwaza serxwebûnê ya Skoçan careke din bikeve rojevê. -
UNHCR: Ji bo 400 hezar Sûriyeyan wê civîn bê lidarxistin
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bang li civaka navneteweyî kir, ku herî kêm 400 penaberan qebûl bike. Li ser mijarê wê di 30'ê Adarê de li Cenevreyê civînek were lidarxistin. -
Li Ekvatorê balafira leşkerî ket xwarê: 22 mirî
Li Ekvatorê, balafirek ji personelên leşkerî ket xwarê. Hat ragihandin, ku di bûyerê de 22 endamên artêşê jiyana xwe ji dest dane. -
Li Berlînê bombeyek di wesayîtekê de teqiya: 1 mirî
Li paytexta Elmanya Berlînê, di encama teqîna bombeyekê li wesayîtekê de kesek mir. Polîsê Berlînê diyar kir, ku teqîn ji ber bombeyê rû daye.