Yahûdiyên dawî yên li Yemenê anîn Îsraîlê
Li gorî daxuyaniya Ajansa Yahûdî ya ku navenda xwe li Îsraîlê ye, operasyona transferkirina Yahûdiyên li Yemenê ku di sala 1949'an de destpê kir û ji ber şer hat zêdekirin, bi dawî bû.

Dîrektorê Giştî yê Ajansê Natan Sharansky diyar kir, şeva Yekşemê 17 û pêr jî 2 Yahûdiyên li Yemenê anîne Îsraîlê. Hat ragihandin, ku di nava van Yahûdiyên anîne Îsraîlê de hahamekî bi navê Suleyman Yîhiye jî heye û vî kesî Tewradek 500 salî jî bi xwe re aniye.
Natan Sharansky da xuyakirin, ku di çarçoveya transfera Yahûdiyên li Yemenê de, ji sala 1949'an û vir ve 40 hezar kes anîne Îsraîlê û anî ziman, bi anîna 17 kesan roja Yekşemê re ev operasyon qediya ye. Sharanksy ragihand, bi qasî 50 Yahûdiyên li Yemenê nexwestine vî welatî biterikînin û li avahiyeke nêzî Sefaretxaneya DYA ya li paytext Sanaayê bi cih bûne.