YE di mijara penaberan de çareseriya xwe ya pêşkêşî Tirkiyeyê bike zelal kir

Serokwezîrê Luksembûrgê Xavîer Bettel da xuyakirin, ku ew ê çareseriya hevpar a welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser li hev kirine pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bikin.

Serokwezîrê Luksembûrgê Xavîer Bettel da xuyakirin, ku ew ê çareseriya hevpar a welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser li hev kirine pêşkêşî Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû bikin.

Bettel bi rêya hesabê xwe yê Twîtterê vê lihevkirina Yekîtiya Ewropayê ragihand û da zanîn, Serokê Konseyê Donald Tûsk û Davûtoglû wê beriya civîna bilind a lîderan a vê sibehê destpê bike, wê li hev rûnên.

Bettel, têkildarî rêya çareseriyê ya ji aliyê YE ve hatiye destnîşankirin agahiyên berfireh neda. Tê gotin ku ev çareserî metneke nivîskî nîne.

Welatên YE yên bi serkêşiya Serokwezîra Elmanya Angela Merkel, ji bo pêşî li koça penaberan bigirin bi Tirkiyeyê re ketine nava bazareke kirêt. Tirkiye dixwaze di berdêla bisînokirina derbasbûna penaberan, hin penaber ji aliyê welatên Yekîtiya Ewropayê ve bên wergirtin.

Di danûstandinên duh de hatibû ragihandin wê di vê çarçoveyê de 72 hezar penaber ji Tirkiyeyê bên girtin.

Di serî de partiyên mûxalîf ên Elman, li gelek welatan gelek hêz li dijî vê bazariya li ser penaberan bi Tirkiyeyê re tê kirin, derdikevin. Ji ber vê bazara li ser penaberan, Yekîtiya Ewropa li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê, astengiyên li pêşiya azadiya çapemeniyê û polîtîkayên dîktatorî bêdeng e.