Lûla wê derbasî nava hikûmetê bibe, gel jî herikî kolanan

Li Brezîlyayê zextên li Partiya Karker (PT) a li desthilatdariyê ye, zêde bûn. Astengiyên qanûnî yên li pêşiya tevlîbûna Serokdewletê berê Lûla li nava hikûmetê rabûn. Navê Lûla lêpirsîna bertîlê de derbas dibe.

Li Brezîlyayê zextên li Partiya Karker (PT) a li desthilatdariyê ye, zêde bûn. Astengiyên qanûnî yên li pêşiya tevlîbûna Serokdewletê berê Lûla li nava hikûmetê rabûn. Navê Lûla lêpirsîna bertîlê de derbas dibe. 

Li Brezîlyayê, tevî rewşa rawestandî ya aboriyê, krîza ji ber lêpirsîna bertîlê ya li dora Petrobras û gelek şîrketan tê meşandin, dewam dike. Yek ji kesên navê xwe di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de derbas dibe Serokdewletê berê Lûla da Sîlva ye. Biryareke dadgehê ya pêşî li wezîfedarkirina Lûla weke sekreterê hikûmetê digirt, li ser îtirazê bi briyara dadgeheke bilind betal bû.

Biryara ku pêşî li Lûla vedike ku dikare weke Sekreterê Hikûmetê cihê xwe di nava desteya bi serokatiya Dîlma Roûssef bigire, ji aliyê Dozgeriya Giştî ya Federal ve hat ragihandin.

Li aliyê din, Lûla û Roûssef îdîa dikin ku lêpirsîna Petrobrasê ji bo têkbirina desthilatdariya çep a li welêt tê bikaranîn û ev yek darbeyek li hikûmetê ye.

Di hefteya bihurî de komeleyên nêzî partiyên rastgir ên li mûxalefetê li dijî Lûla da Sîlva xwepêşandan lidar xistin. Niha jî alîgirên Lûla xwepêşandanên mezin dikin. Li bajarên mezin ên welêt, li gorî polîsan bi beşdariya 275 hezar kesî xwepêşandanên destekkirina Lûla hatin lidarxistin. Hêzên ji Partiya Karker dibêjin, hejmara tevlîbûnan ji vê gelekî zêdetir e.