Ji sala 1770 û vir ve cara yekê ye dûvstêrk nêzî cîhanê dibin

Du dûvstêrkên bi salan e tên şopandin, wê îro û sibe ji cihekî gelekî nêzî cîhanê derbas bibin.

Du dûvstêrkên bi salan e tên şopandin, wê îro û sibe ji cihekî gelekî nêzî cîhanê derbas bibin. Her çend tê gotin, ev dûvstêrk bi ti awayî gefê li cîhanê naxwin jî, ev 246 sal in cara yekê ye dûvstêrk ewçend nêzî cîhanê dibin.

Dûvstêrkên bi navê 252P/Linear û P/2016 BA14 wê îro û sibe, ji cihekî gelekî nêzî cîhanê derbas bibin. Dûvstêrka bi navê 252P/Linear a mezinahiya wê 230 metre ye, wê ji navbera 5,3 mîlyon kîlometre dûrî cîhanê derbas bibe.

Dûvstêrka bi navê P/2016 BA14 jî wê sibe bi qasî 3,5 mîlyon kîlometre nêzî cîhanê bibe. Ev navbera bi qasî 10 qatan ji navbera Cîhan û Heyvê zêdetir e.

Her çend tê ragihandin ku her du dûvstêrk bi ti awayî gefê li cîhanê naxwin jî, 252P/Linear ji sala 1770'ê û vir ve yekem dûvstêrk e ku ewçend nêzî cîhanê dibe. Herî dawî di sala 1770'ê de dûvstêrka bi navê Lexell ji navbereke ku bi qasî 6 qatan ji navbera Cîhan û Heyvê zêdetir bû, nêzî gerstêrka me bûbû.

Di sala 1366'an de dûvstêrka bi navê Temple-Tûttle bi qasî 3 mîlyon kîlometreyan nêzî cîhana me bûbû.