Qedexeya kîsikên plastîk a li YE dereng dimîne
Derengxistina qedexeya li ser bikaranîna kîsikên plastîk li Yekîtiya Ewropayê (YE), di rojevê de ye.
Derengxistina qedexeya li ser bikaranîna kîsikên plastîk li Yekîtiya Ewropayê (YE), di rojevê de ye.
Derengxistina qedexeya li ser bikaranîna kîsikên plastîk li Yekîtiya Ewropayê (YE), di rojevê de ye. Elmanya wê ji 1'ê Nîsanê û pê ve kîsikên plastîk êdî bê pere nede. Li Fransayê jî ji 1'ê Tîrmehê û pê ve li firoşgehan wê kîsikên plastîk neyên dayîn.
Wezîra Hawirdorê ya Fransayê Segonele Royal diyar kir, qedexeya dayîn-firotina kîsikên plastîk wê ji 1'e Tîrmehê û pê ve bikeve meriyetê. Royal da xuyakirin, ku biryarnameya li ser qedexeyê wê di 31'ê Adarê de were weşandin.
Biryara qedexekirina kîsikên plastîk li YE, ji ber qanûnên ji hev cuda yên li welatên endam, dereng dimîne. Dihat plankirin ku qedexe di 1'ê Çileya 2016'an de bikeve meriyetê.
Ev qedexe wê di sala pêş de ji bo kîsikên ji zebze û fêkî tên bikaranîn û di sala 2020'an de jî ji bo sênîkên xwarinê yê plastîk jî derbas bibe.
Li gorî lêkolînan, çopa mirov davêjin deryayê ji sedî 75 plastîk e û ev yek gefê li jiyana bi sedan zindiyan dixwe. Plastîk ji ber ku heta 400 salî di nava xwezayê de nahele, gelekî xetere tê dîtin.