Bersûcê komkujiya Bataclanê wê radestî Fransayê bê kirin

Bersûcê komkujiya Parîs-Bataclanê Salah Abdeslam ê li taxa Molenbeek a paytexta Belçîka Brukselê hat girtin, tê payîn radestî Fransayê were kirin.

Bersûcê komkujiya Parîs-Bataclanê Salah Abdeslam ê li taxa Molenbeek a paytexta Belçîka Brukselê hat girtin, tê payîn radestî Fransayê were kirin. Xuya ye wê Abdeslam li girtîgeha bi ewlekariya taybet a li Fransayê Fresnes were bicihkirin û bi îfadeyên wî re ji hin pişrsên komkujiya ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû kirin re bersiv bê dayîn.

Polîsên Belçîkayê dabû xuyakirin ku yek ji 5 kesên di operasyona duh de hatin girtin, plansazê komkujiya li salona şano ya Bataclan a li Parîsê endamê DAIŞ'ê Salah Abdeslam e. Endamê DAIŞ'ê ku çav li rê ye îro lêpirsîna wî were kirin, tê gotin wê radestî Fransayê bê kirin.

Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande duh bi daxuyaniyekê xwest, Abdeslam ê piştî komkujiya ku bi giştî 130 kesan jiyana xwe ji dest da reviya Belçîkayê û yek ji kesê herî zêde li Ewropayê lê tê gerîn e, radestî welatê wan bê kirin. Hollande diyar kir, rayedarên Fransayê wê di vî warî de serlêdanên edlî yên pêwîst di rojên pêş de li rayedarên Belçîkayê bikin.

Li aliyê din, hewl tê dayîn ji pirsa 'endamê çeteya DAIŞ'ê çawa karîbû 127 rojan piştî komkujiyê xwe veşêre?' bersiv bê dayîn. Li ser Abdeslam 2 pasaport û nasnameyên sexte hatin dîtin, ku yek jê ya Sûriyeyê, yek jî ya Belçîkayê bû.

Eger Salah Abdeslam radestî Fransayê bê kirin, tê payîn ku li Girtîgeha Fresnes a xwedî ewlekariya bilind e, were bicihkirin.