Obama li Kubayê ye

Serokê DYA Barack Obama hat paytexta Kuba Havanayê. Obama wê bi Serokdewletê Kubayê Raûl Castro re hevdîtinê bike.

Serdana Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Barack Obama ya li Kubayê destpê kir. Obama bû yekemîn Serokê DYA ku piştî 88 salan hat Kubayê.

Li Havanayê, di dema serdana Obama de çalakiyên protestoyî pêk hatin. Ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên li Kubayê, xwepêşandan hatin lidarxistin. Lê belê polîsan dest li xwepêşandanan werdan û gelek kes kirin binçavan.

Tê payîn Obama û Castro di şîvê de bên cem hev. Piştî hevdîtinê wê civîneke çapemeniyê bê lidarxistin.