NY wezîfedarên xwe yên sivîl ên li Sahra Rojava ya dagirkirî vekişand
Li ser daxwaza Fasê ku nerazîbûn nîşanî gotinên Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon ên li ser statuya Sahra Rojava ya dagirkirî da, wezîfedarên mîsyona Mînûsor ev welat terikandin.
Li ser daxwaza Fasê ku nerazîbûn nîşanî gotinên Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon ên li ser statuya Sahra Rojava ya dagirkirî da, wezîfedarên mîsyona Mînûsor ev welat terikandin.
Li ser daxwaza Fasê ku nerazîbûn nîşanî gotinên Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon ên li ser statuya Sahra Rojava ya dagirkirî da, wezîfedarên mîsyona Mînûrso ev welat terikandin. Zêdeyî 80 wezîfedarên sivîl ên Mînûrso duh êvarê bi rêya hewayî ji Kazanbklanka derketin
Sahra Rojava ya li rojavayê Afrîkayê, ji sala 1976'an dema derketina ji binê dagirkeriya Spanyayê û vir ve, di bin dagirkeriya Fasê de ye. Polîsarîo ya ji bo serxwebûna Sahra Rojava têdikoşe, ji bo gel çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, daxwaza referandûmê dike. Lê belê Qraliyeta Fasê guh nade vê daxwazê.
Ji sala 1991'ê û vir ve di navbera Polîsarîo û Fasê agirbest heye. Ji bo kontrolkirina vê agirbestê, mîsyonek Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bi navê Mînûrso wezîfe dikir.
Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-moon di destpêka vê mehê de kampeke ji penaberên Sahra Rojavayî ya li Cezayîrê ziyaret kiribû û têkildarî statuya Sahra Rojava gotibû 'dagirkirî ye'. Ev daxuyaniya Ban Kî-moon li nerazîbûna Fasê ya ku azadiya Sahra Rojava nas nake rast hatibû.
Li ser daxwaza Fasê, 83 karmendên sivîl ên li nava Mînûrso wezîfedar, neçar man Sahra Rojava biterikînin. Wezîfedarên mîsyonê, duh êvarê li Kasablankayê li balafirê siwar bûn û ji vî welatî derketin.