Elmanya ji bo rêyên veguhastinê 265 mîlyar Euro vediqetîne
Bi budçeyeke herî bilind a dîroka xwe re Elmanya amadekariyan dike, ku plana rêyên veguhastinê bixe meriyetê.

Li gorî plana ji aliyê Wezîrê Veguhastinê Alexander Dorbrîndt ê ji Partiay Yekîtiya civakî ya Xiristina (CSU) ve hat pêşkêşkirin, wê heta sala 2030'î li rêyên bejahî, hesinî û qenalên avê, 265 mîlyar Euro bên bikaranîn.
Bi vê plana 'Rêyên Veguhastinê yên Federal' re wê gelek rê ji nû ve werin çêkirin û sererastkirin.
Li gorî plana wezîr, ji bo rêyên bejahî û pirên li welêt bi qasî 130 mîlyar Euro tê veteqandin. Ji sedî 40 ê budçeya ji 265 mîlyar Euroyî jî wê ji bo rêyên hesinî were bikaranîn. Yê mayî jî ji bo qenalên avê bê bikaranîn.
Di vê navberê de li gorî agahiyên çend hefte berê hatin weşandin, li gelek rêyên bejahî û hesinî xisarên cidî rû dane, bi taybetî yek ji sê pirên li welêt gelekî kevn bûne.