Elmanya û Fransa 600 polîs û pisporan dişînin Yewnanîstanê

Tê gotin, Elmanya û Fransa ji bo hîn bêhtir bi lez penaberên tên giravên Yewnanîstanê dersînor bikin, amadekariyan dikin ku bi sedan polîs û pisporan bişînin.

Tê gotin, Elmanya û Fransa ji bo hîn bêhtir bi lez penaberên tên giravên Yewnanîstanê dersînor bikin, amadekariyan dikin ku bi sedan polîs û pisporan bişînin.

Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanya Frankfûrter Allgemeîne Sonntagszeîtûng (FAS) di nûçeyeke xwe de ragihandin, ku ji her du welatan wê 400 polîs û 200 pisporên penaberiyê bişînin Yewnanîstanê.

Rojnameyê ev îdîaya xwe spart nameyeke Wezîrê Karên Hundir ê Elman Thomas de Maîzîere û hempîşeyê wî yê Fransayê Bernard Cazeneûve ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ye. Li gorî nameyê, Elmanya û Fransa ji bo li ser mijara penaberiyê destekê bidin Yewnanîstanê wê 400 polîsan bişînin.

Ji bo diyarkirina penaberên ber bi Tirkiyeyê ve werin dersînokirin jî wê her du welat 200 pisporên penaberiyê bişînin Yewnanîstanê. 100 ji van pisporan wê ji nava Daîreya Penaber û Koçê ya Federal a Elman (BAMF) ve werin hilbijartin.

Tê gotin, ev 600 karmendên ji aliyê Elmanya û Fransayê ve bên şandin, parçeyek ji hêza 4 hezar kesên ji bo bicihanîna peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê hatiye diyarkirin e. Di vê çarçoveyê de tê payîn ku herî kêm 2 hezar 400 polîs û karmendên di dozên penaberan de pispor in, ji 27 welatên Yekîtiya Ewropayê werin şandin.