Li Elmanyayê wê ji bo teqawîtan 'zemeke bilind' bê kirin
Li Elmanyayê yek ji heft teqawîtan di bin sînorê xizaniyê de dijîn. Hikûmete da xuyakirin, ku ew ê ji bo mûçeyên teqawîtan zema herî bilind a 20 salên dawî bike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Civakî û Xebatê ya Federal de hat ragihandin, wê ji mûçeyên 25 mîlyon teqawîtan re di asta ji sedî 4,25 û 5,95 zem bê kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, zem wê ji 1'ê Tîrmehê û pê ve derbas bibe û ev rêje zema herî bilind a 23 salên dawî ye.
Li gorî daxuyaniya wezaretê wê ji mûçeyên teqawîtên li eyaletên Rojhilat re ji sedî 5,95 û ji aliyê Rojava re jî ji sedî 4,25 zem were kirin.
Li gorî daneyên fermî li Elmanyayê 12,5 mîlyon mirov di bin sînorê xizaniyê de dijîn û ji van 3,4 mîlyon kes mirovên teqawît in.