Di bomberdûmana Siûdiyan a li Yemenê de zêdeyî sed sivîl hatin qetilkirin
Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstaina Siûdî, li Yemenê komkujiyeke mezin kir. Di bomberdûmana duh de herî kêm 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Di êrîşa hewayî ya li bakurrojavayê paytexta Sanaa de 102 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar bûn.
Li gorî nûçeya malpera milîsên Hûsî yên şîa sabanews.net, di êrîşa li hemberî bazar û restoranteke li wîlayeta Hacca de 65 kesan jiyana xwe ji dest dane, 55 kes jî birîndar bûne.
Êrîşên hewayî yên koalîsyona bi pêşengiya Siûdiyan, ji Adara 2015'an û vir ve dewam dike. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di nava salekê de 6 hezar 200 kesan li vê herêmê jiyana xwe ji dest dane. Piraniya van mirovan jî sivîl in.
Hûsî û hêzên ser bi Serokdewletê berê Alî Abdullah Salih, paytext Sanaa jî di nav de kontrola bajarên Hudeyde û Hacca û herêmên bakur û rojavayê welêt dikin.