Li balafirgeha Brukselê teqîn: Mirî û birîndar hene
4 roj piştî ku Erdogan got, 'Ti sedem nîne ku li Brukselê bombe neteqin', li balafirgehe paytexta Belçîka Brukselê, îro danê sibehê 2 teqînên mezin rû dan. Ji ber teqînan mirî û birîndar hene.
4 roj piştî ku Erdogan got, 'Ti sedem nîne ku li Brukselê bombe neteqin', li balafirgehe paytexta Belçîka Brukselê, îro danê sibehê 2 teqînên mezin rû dan. Ji ber teqînan mirî û birîndar hene.
Li balafirgeha Zaventem a navneteweyî ya paytexta Yekîtiya Ewropa Brukselê, danê vê sibehê du teqînên sedema wan hînê nayê zanîn, rû dan.
Tê gotin, ji ber teqînê mirîn û birîndar hene. Lê hejmar nehat eşkerekirin.
Piştî teqînê balafirgeh hat valakirin û hemû seferên balafiran hatin betalkirin. Tenên diçin balafirgehê jî hatin sekinandin.
Rayedarên Belçîkaye heta niha li ser mijarê ti daxuyaniya fermî nedane.
Balafirgeha Zaventem a navneteweyî ku mezintirîn balafirgeha Belçîkayê ye, di nava balafirgehên li Ewropayê de ya 14. e ku herî mezin e.
ERDOGAN GEF XWARIBÛ
Serokkomarê Tirk Erdogan beriya 4 rojan daxuyaniyek dabû û gotibû, "Li Brukselê yan jî li bajarekî din ê Ewropayê ji bo bombe neteqin, ti sedem nîne" û bi vî rengî gef li Belçîkayê xwaribû. Piştî ku Erdogan ji ber konê Kurdan ê li Brukselê hatiye vedan Belçîka hedef nîşan da, rojnameyên AKP'ê manşetên 'Terorîst Belçîka' bi kar anîbûn.