Ûkrayna di 24 saetên dawî de 300 caran agirbest binpê kir
Hêzên artêşa Ûkrayna di 24 saetên dawî de 302 caran hevpeymana Mînskê binpê kir. Çavkaniyên Komara Gel a Donetskê îfade kirin ku êrîş li gelek gundên derdora Donetskê pêk hatine.
Hêzên artêşa Ûkrayna di 24 saetên dawî de 302 caran hevpeymana Mînskê binpê kir. Çavkaniyên Komara Gel a Donetskê îfade kirin ku êrîş li gelek gundên derdora Donetskê pêk hatine.
Wezareta Parastina Komara Gel a Donetsk bal kişand ku hêzên dewleta Ûkrayna careke din di nav amadekariyên şer de ne, da xuyakirin k udi 24 saetên dawî de li gund û jiyangehên cuda 302 caran agirbest binpê kirine. Berdevkê Hêzên DHC’ê anî ziman ku binpêkirinên li 33 nuqteyên cuda pêk hatine êdî bi awayekî mayinde dimeşînin.
Berdevk diyar kir ku bi artêşa Ûkrayna û hêzên paramilîter ên girêdayî wê re li gundên Zaytsevo, Spartak, Zhabunki, Staromihaylvka, Trudvskie şerên dijwar diqewimin, her wiha li qadên Mrever, Yasinovataya, Dokuchaevsk ve Sahanka jî êrîş hene.