Li Ekvatorê balafira leşkerî ket xwarê: 22 mirî
Li Ekvatorê, balafirek ji personelên leşkerî ket xwarê. Hat ragihandin, ku di bûyerê de 22 endamên artêşê jiyana xwe ji dest dane.

Serokdewlet Rafael Correa da xuyakirin, ku balafireke leşkerî li rojhilatê welêt li Amazonan ketiye xwarê. Serok di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, balafir li herêma Pastaza ketiye xwarê, lê ji personelên leşkerî kes nefilitiye.
Hat ragihandin, personelên leşkerî yên jiyana xwe ji dest dane; 2 jê pîlot, 1 mekanîsyen û 19 jî leşkerên ji yekîneya sîwanebaz (paraşûtpbaz) bûn.
Li gorî agahiyan, balafira leşkerî ya bi tîpa Arava, li gorî dema herêmê saet di 14:30 de di dema firîna ji bo perwerdeyê de ketiye xwarê.