Koreya Bakur du fuzeyên din ceriband

Hat ragihandin, Koreya Bakur 2 fuzeyên din ceribandiye.

Artêşa Koreya Başûr diyar kir, fuzeyeke tê texmînkirin xwedî kapasîteya xwegihandina dûrahiyeke navîn e, piştî 800 km'yî ketiye nava deryayê. Tê gotin, fuzeyek bi vî rengî dikare li Japonyayê bikeve. Çavkaniyên leşkerî dan xuyakirin, ku fuzeya duyemîn a ji heman herêmê hatin avêtin jî, li bilindahiya 17 km'yî ji radarê derketiye.

Japonyayê, li hemberî ceribandinên fuzeyan notaya protestoyî da Koreya Bakur. 

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî bang li rêveberiya Pyongyang kir, ku gavên rê li ber mezinbûna aloziya li Girava Koreyê vedike navêje û berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne.