Li Elmanyayê pirsgirêka stargehên penaberan li gorî herêman tê guhertin

Ji ber derbasbûna penaberan di ser Balkanan re hat astengkirin, hatina Elmanyayê jî kêm bû. Tevî vê yekê jî tê gotin pirsgirêka stargehên ji bo penaberan hînê di asteke cidî de ye.

Ji ber derbasbûna penaberan di ser Balkanan re hat astengkirin, hatina Elmanyayê jî kêm bû. Tevî vê yekê jî tê gotin pirsgirêka stargehên ji bo penaberan hînê di asteke cidî de ye. Li gelek bajaran, tevî ku navendên pêşwazîkirina destpêkê vala ne, penaberên li gelek komunan mafê mayînê stendine, bi pirsgirêka dîtina malan re rû bi rû ne.

Li gorî encamên anketa rojnameya Welt am Sonntag a li 16 eyaletan, rêjeya tijîbûnê ya navendên pêşwazîkirina destpêkê yên li gelek eyaletan, gelekî kêm e. Li Thurîngenê rêjeya tijîbûnê ji sedî 18,6, li Sachsenê ji sedî 20, li Brandenbûrgê jî ji sedî 44 e.

Hin salonên sporê yên di mehên havînê de ji ber herikîna penaberan veguherîbûn navenda pêşwazîkirin, vala bûn û ji bo sporê tên bikaranîn. Bi taybetî navendên li Berlîn, Hambûrg û Bremenê tijî ne.

JI BER PIRSGIRÊKA PERSONELAN, BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ DILDARAN

Li aliyê din, tevî ku cihekî berfireh li navendên destpêkê yên pêşwazîkirinê hene, penaberên li bajarên mezin di warê dîtina malan de zehmetiyên mezin dikişînin.

Li ser daxwaza Weqfa Robert Bosch, Estîtuya Allensbachê li nava şaredariyan anketek pêk anî û li gorî vê yekê ji sedî 75 ê penaberên li navçeyan (Landkreîs) û bajaran xwedî mafê mayînê ne, di peydakirina xaniyan de pirsgirêkê dikişînin. Ev pirsgirêk bi taybetî li bajarên mezin di asteke gelekî cidî de ye.

Li gorî anketê, li bajarên biçûk an jî gundan, penaber hîn zûtir ji xwe re xaniyan dibînin.

Di anketê de hat ragihandin ku ji ber penaberan karê şaredariyên hin bajaran zêde bûne, lewma pêwîstî bi desteka xebatkarên dildar hene. Ji sedî 86 ê rayedarên şaredariyê yên beşdarî anketê bûne, dan xuyakirin ku pêwîstî bi desteka xebatkarên dildar hene.