Dibe ku Brexit rê li ber serxwebûna Skoçan veke
Bala mirovan li ser referandûma 23'ê Hezîranê ya li ser derketina Brîtanya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit) ye. Pêkane piştî referandûmê daxwaza serxwebûnê ya Skoçan careke din bikeve rojevê.
Bala mirovan li ser referandûma 23'ê Hezîranê ya li ser derketina Brîtanya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit) ye. Pêkane piştî referandûmê daxwaza serxwebûnê ya Skoçan careke din bikeve rojevê.
Bala mirovan li ser referandûma 23'ê Hezîranê ya li ser derketina Brîtanya Mezin ji Yekîtiya Ewropayê (Brexit) ye. Pêkane piştî referandûmê daxwaza serxwebûnê ya Skoçan careke din bikeve rojevê. Piraniya Skoçyayî alîgirê hebûna Brîtanyayê di nava Yekîtiya Ewropayê de ne. Lewma tê gotin, eger Brexit bi ser bikeve, dibe ku Skoçyayî serxwebûna xwe bixwazin.
Têkildarî referandûma li ser mayîn an jî derketina Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê, li Skoçyayê karekî berfireh tê kirin. Serkêşa hikûmeta herêmî Nîcola Stûrgeon a ji Partiya Neteweyî ya Skoçyayê (SNP) di dawiya hefteyê de daxuyaniyek dabû û anîbû ziman, ku referandûma Brexitê wê bandorê li serxwebûna Skoçyayê jî bike.
Stûrgeon diyar kir, armanca wan a bingehîn serxwebûna Skoçyayê ye û destnîşan kir, ku gel alîgirê diyarkirina çarenûsa xwe bi xwe ye.
SKOÇÊN ALÎGIRÊ YEKÎTIYA EWROPAYÊ NE, DIBE KU BERÊ XWE BIDIN SERXWEBÛNÊ
Li Skoçyayê di referandûma serxwebûnê ya 18'ê Îlona 2014'an de, ji sedî 55 ê beşdaran gotibûn ew dixwazin weke parçeyekî Brîtanyayê bimînin. Lê belê li gorî anketên dawî, eger Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, zêdeyî nîvê Skoçyayî wê serxwebûnê bixwazin.
Herî dawî di anketa Enstîtuya ICM de ji sedî 49 ê beşdaran dan xuyakirin, ku eger Brîtanya ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve, divê Skoçya helwestek ji bo serxwebûnê nîşan bide. Hejmara mirovên dixwazin di vê rewşê de jî Skoçya bi Brîtanyayê ve girêdayî be, ji sedî 43 ye. Bi belavkirina mirovên bê biryar re, zêdeyî nîvê Skoçyayî wê dengê xwe bidin serxwebûnê.
Li gorî çavdêran, dibetaya serxwebûna Skoçyayê wê gelek Îngilîzan teşwîq bike, ku dengê xwe bidin mayîna Brîtanyayê di nava Yekîtiya Ewropayê de.