Para Çînê di germahiya global de ji sedî 12 ye
Bi pêşengiya yek ji pisporên Zanîngeha Pekînê Lî Bengang re lêkolînek hat û hat ragihandin, ku para Çînê ya germahiya global de ji sedî 12 ye. Ev lêkolîn li kovara Natûre jî hat weşandin.

Ji bo pêkanîna vê hesabê, serdema beriya şoreşa pîşesaziyê, dema navbera salên 1750-2010 esas hatin girtin. Hat ragihandin, ku hin ji emîsyonên Çînê atmosferê germ dikin, hin jî sar dikin.
Li gorî lêkolînê, para Çînê di guherîn avhewayê de "hinekî stabîl" e û hat bibîrxistin, ku heta roja îro ev rêje bi temamî nayê zanîn. Rêveberê lêkolînê Lî Bengang da xuyakirin, ku bi vê yekê re wê ji bo danûstandinên avhewayê, 'bingeheke objektîf' were avakirin.
Di lêkolînê de hat destnîşankirin, ku temamiya gaza Çînê atmosferê germ nake, hin ji partîkulan xwedî bandora sarkirinê ne.
Her wiha hat ragihandin, li Çînê ku yek ji pênc parên nifûsa li cîhanê lê dijîn, ji sala 1980'ê dema bi lezbûna pîşesaziyê re, di asteke cidî de hewl hatiye dayîn ku qada daristanî bê afirandin. Hat gotin, bi saya darisatnên karbondîoksîtê dadiqurtîne re, gaz kêmtir li atmosferê belav dibe.