Danûstandinên li Cenevreyê bi kêr nayên

Di danûstandinên li Cenevreyê de, ku Kurd û mûxalefeta din a demokratîk li derve hatine hiştin, ji bilî windakirina demê heta niha ti encam jê derneketiye.

Di danûstandinên li Cenevreyê de, ku Kurd û mûxalefeta din a demokratîk li derve hatine hiştin, ji bilî windakirina demê heta niha ti encam jê derneketiye. Danûstandin ev hefteyeke dewam dike, lê di pirsa 'Esad wê bimîne yan nemîne' de jî gavek bi pêş de nehatiye avêtin.

Derdorên 'mûxalîf' der barê danûstandinên li Cenevreyê de daxuyaniyek dan û şandeya rejîmê rexne kir ku rê li ber windakirina demê vedike.

Şandeya rejîmê jî, ji xwe di wê baweriyê de ye ku 'şandeya mûxalîf' a ku hêza wê ya temsîliyetê mijara nîqaşan e, naxwaze bi rastî danûstandinan bike. Serokê heyeta rejîmê Beşar Caferî bal kişand ser pêşnûmeya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya meha Kanûnê û îdîa kir ku muzakere giraniya xwe daniye ser 'çûyîn Esad'.

Tevî ku Caferî îdîa kir ku ev pêşnûme çûyîna Esad ferz nake, di pêşnûmeyê de tê gotin ku ji bo pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê pêwîste di nava 18 mehan de hilbijartinên serbixwe werin kirin.

Tê payîn ku ji van danûstandinên Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk li derve hatine hiştin, ti encam dernekeve.