Balafira Dûbayî li Rûsyayê ket: 61 mirî
Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeîng 737-800 a rêyên hewayî ya Dûbaî FlyDûbaî, dema dadiket balafirgeha Rostov-on-don a Rûsyayê ket xwarê. Di qezayê de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Balafira rêwiyan a bi tîpa Boeîng 737-800 a rêyên hewayî ya Dûbaî FlyDûbaî, dema dadiket balafirgeha Rostov-on-don a Rûsyayê ket xwarê. Di qezayê de 61 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Duh saet di 22:53'an de balafira rêwiyan a bi tîpa Boeîng 737-800 a rêyên hewayî ya Dûbaî FlyDûbaî, ku tevî 61 rêwî û personelên xwe diçû Rostov-on-don a Rûsyayê, saet di 03:15'an de ji bo dakeve xwe nizm kir. Lê belê ji ber nedîtina pêşiya xwe pîlotan bêyî balafirê deyne, careke din bilind kirin.
Pîlotan cara duyemîn hewl dan balafirê deynin balafirgehê lê saet di 03:50 de ket xwarê. Hat ragihandin, ku di vê qezayê de kes ji rêwî û personelên balafirê nefilitîne. Li gorî agahiyan 55 welatiyên Rûs di balafirê de hebûn û 4 ji van zarok bûn.