CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Iraqê bajarê Hîtê ji DAIŞ'ê paqij kir
Artêşa Iraqê di operasyona xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bajarê Hîtê yê ser bi wîlayetan Anbarê ji DAIŞ'e paqij kir. Hat ragihandin, di vê operasyonê de zêdeyî 100 çete hatine kuştin. -
Li Gronlandê germa havînê: Qeşa bi lez dihele
Qeşa li Gronlandê ku di bilindbûna ava Okyanûsan de xwedî pareke girîng e, îsal bi leztir dihele. Vê rewşê rê li ber alarmê vekir. -
Li Japonyayê erd hejiya: Herî kêm 9 kes mirin
Li başûrrojavayê Japonyayê, ji ber erdhejên dijwar gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. -
'Şer biqedînin û li muzakereyê vegerin'
Êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdan, binpêkirina mafên azadî û çapemeniyê, li Parlamenta Swêdê rê li ber nerazîbûnan vekir. Parlamentera Swêdî Cederfelt banga "Şer biqedîne, li muzakereyê vegere" li AKP'ê kir. -
Li Qenala Sîcîlyayê 4 hezar penaber hatin rizgarkirin
Piştî ku li Yewnanîstanê pêşî li penaberan hat birîn, hejmara penaberên berê xwe dan Îtalyayê zêde bû. Di nava 2 rojên dawî de 4 hezar kes di kêliya dawî de ji xeniqînê hatin rizgarkirin. -
Elmanya alîgirê bikaranîna glîfosat e ku dikare rê li ber kanserê veke
Hikûmeta Elmanyayê dixwaze careke din destûr ji glîfosatê re bê dayîn, ku ev made di karê çadiniyê de ji bo tinekirina gihayê nayê xwestin tê bikaranîn. Fikar hene ku ev made rê li ber kanserê veke. -
PE wê mijara parvekirina agahiyên rêwiyên balafiran pêşkêşî dengdanê bike
Dengdana li ser qeyda daneyan a agahiyên rêwiyên balafiran ên welatiyên welatên Ewropayê lê werin berhevkirin, sibe li Parlamenta Ewropayê (PE) pêk tê. -
Li Îsraîlê kargeheke çêkirina cam a 1.600 salî hat dîtin
Li Îsraîlê bermayînên kargehekê hat dîtin, ku hat tespîtkirin 1.600 beriya niha li vê derê cam dihat çêkirin. -
Li Kanadayê hewldana xwekuştina xwecihiyan zêde bû
Li herêma Ontarîo ya li bakurê Kanadayê, ku bi qasî 2 hezar xwecihî lê dijîn, bûyerên xwekuştinê gihaştin asteke xetere. Tê texmînkirin, ku zor û zehmetiyên mezin ên derdikevin pêşiya xwecihiyan, sedema întixarê ne. -
Li Rûsyayê êrîşa 'bombeyên zindî'
Li herêma Stavropol a Rûsyayê, tê gotin li nêzî qereqoleke polîsan pênc teqînan rû dane. Serokkomarê Tirk Erdogan çend roj berê gotibû "Dibe ku li Rûsyayê bombe biteqin." -
Li Elmanyayê bi tenê ji sedî 15 ê penaberan 'wê li sîstemê werin'
Tê gotin, ku zêdeyî 1 mîlyon penaberên di nava 2 salên dawî de hatine Elmanyayê, wê nikaribin valahiya bazara hêza kar a kalîfiye û demografîk a li welêt tijî bikin. -
Di êrîşa Îdomenî de 260 penaber birîndar bûn
Bilançoya şerê ku li wargeha penaberan a li ser sînorê Makedonya ya bajarê Îdomenî yê Yewnenîstanê rû dayî eşkere bû. -
Serokwezirê Ûkrayna îstifa kir
Serokwezîrê Ûkranya Arseniy Yatsenyûk dema zindî beşdarî TV dibû û bang li gel dikir, îstifa kir. -
Di pêşbirka serokatiyê ya li DYA de Sanders li Wyomîngê bi ser ket
Li eyaleta Wyomîng a DYA'yê, di pêş hilbijartinên ji bo hilbijartinên serkoatiyê de ji Partiya Demokrat Bernîe Sanders bi ser ket. -
Li Hîndîstanê karesat: Zêdeyî 100 kes mirin
Li Hîndîstanê ji ber teqîna li perestgehekê, zêdehî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, 250 kes jî birîndar bûn. -
Sonneborn: Yekane nexweşiya heyî; Merkel a bi despotê Tirk re bûye yek
Yek ji navedarê mîzaha Elman Martîn Sonneborg ê ji sala 2014'an û vir ve parlamenterê PE ye, nearzîbûna Serokwezîr Angela Merkel a li hemberî helbesta li ser Serokkomarê Tirk Erdogan, bi tundî rexne kir. -
Li Fransayê gel ji bo vekişandina Pêşnûmeya Karkirinê çalakiyan pêş dixe
Li Fransayê bi sedan kes bi daxwaza vekişandina Pêşnûmeya Karkirinê cara 6’emîn daketin kolanan. -
Donetsk û Lûgansk serxwebûna xwe pîroz dikin
Du dewletên nû yên herêma Donbassê duyemîn sala îlankirina serxwebûnên xwe bi merasîmên fermî pîroz dikin. -
Kapsula Dragon careke din dest bi barkirina kargo ji bo ISS kir
Kapsula kargo ya bi navê Dragon, ku bar dikişîne Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) piştî qezaya berî 9 mehan, careke din hat şandin. -
Li Yemenê beriya agirbestê bi dehan kes mirin
Ji bo qedandina şerê zêdeyî saleke li Yemenê tê kirin, tê payîn sibe agirbest bikeve meriyetê. Lê belê di şerê duh de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Hilbijêrên çep ên li Fransayê pêş hilbijartinê dixwazin
Hem hilbijêrên giştî hem jî hilbijêrên çep ên Fransayê dibêjin; eger Hollande careke din bibe namzet, divê PS pêş hilbijartinê bîne. -
Li Misirê êrîşa DAIŞ'ê
Di teqînên li nîvgirava Sîna ya Misirê de 7 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn. -
Şaredarên Fransayî ji bo avahiyên civakî meşiyan
Yek ji şeş parên nifûsa Fransayê li herêma Ile-de-France ku Parîs û derdora wê di nav d cih digire, dijî. Konseya nû ya vê herêmê ya rastgir, biryar da avahiyên civakî yên vê herêmê ji holê rake. Ev biryara konseyê hat şermezarkirin. -
Ciwanên Elman cixare û alkol kêm kirin
Li gorî daneyên BZgA, zarok û ciwanên Elman ên navbera 12 û 25 salî, kişandina cixareyê û vexwarina alkolê kêm kirine. -
Li Sûdanê cezayê îdamê li 22 Sûdaniyên ji Başûr hat birîn
Li Sûdana bi lîderiya Omer El Beşîr, ku ji ber sûcê şer û qirkirinê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) biryara girtina wî daye, li dehan mûxalîfên biyanî cezayê îdamê hat birîn.