Şaredarên Fransayî ji bo avahiyên civakî meşiyan

Yek ji şeş parên nifûsa Fransayê li herêma Ile-de-France ku Parîs û derdora wê di nav d cih digire, dijî. Konseya nû ya vê herêmê ya rastgir, biryar da avahiyên civakî yên vê herêmê ji holê rake. Ev biryara konseyê hat şermezarkirin.

Yek ji şeş parên nifûsa Fransayê li herêma Ile-de-France ku Parîs û derdora wê di nav d cih digire, dijî. Konseya nû ya vê herêmê ya rastgir, biryar da avahiyên civakî yên vê herêmê ji holê rake. Ev biryara konseyê hat şermezarkirin. Bi sedan şaredarên ji Eniya Çep (Front de gaûche) li ber Konseya Herêmê ya li Parîsê li hev civiyan û xwestin, biryara bilindkirina buhayê emlaqê bê betalkirin.

Herêma Ile-de-France, piştî 17 salan careke din ketibû destê partiyên rastgir. Konseya Herêmê ya nû ya bi serokatiya endama Komargeran (LR) Valêrîe Pecresse biryar da sîstemên bi navê PLAI û PLUS ên ji bo mirovên xwedî hatineyeke kêm in avahiyên civakî dibînin, betal bike.

Biryar wê li komunên ku avahiyên civakî ji sedî 30 ê hemû avahiyan e, derbas bibe.

Lê belê li paytext Parîsê û gelek bajarên li derdorê, rêjeya avahiyên civakî li gorî gigştiya herêmê kêm e û bêyî fînansmana Konseya Herêmê, xuya ye komun nikarin bersivê bidin lêçûnan.

Bi sedan şaredarên endamê partiyên çep duh êvarê li ber avahiya Konseya Herêmê ya li Parîsê li hev civiyan û hişyarî dan ku ev biryara bandorê li mirovên xwedî hatineyên kêm bike, wê bi deh hezaran kesî radestî însafa spekulatorên emlaqê bike. Şaredarê Gennevîllîers ê endamê Partiya Komunîst (PCF) Patrîce Leclerc li çalakiyê axivî û destnîşan kir, ku ev biryar tê wateya 'hin bajarên egoîst berjewendiyên xwe li gorî berjewendiyên giştî bêhtir derdixînin pêş'.

Sekreterê Giştî yê PCF Pîerre Laûrent jî bal kişand ser pirsgirêkên avahiyên civakî yên rojane û anî ziman, di rewşeke bi vî rengî de wergirtina vê biryarê şaş e.

Şaredaran diyar kirin, eger desteka ji avahiyên civakî were betalkirin, wê komun bikevin bin barekî giran ê madî.