Di pêşbirka serokatiyê ya li DYA de Sanders li Wyomîngê bi ser ket
Li eyaleta Wyomîng a DYA'yê, di pêş hilbijartinên ji bo hilbijartinên serkoatiyê de ji Partiya Demokrat Bernîe Sanders bi ser ket.
Li eyaleta Wyomîng a DYA'yê, di pêş hilbijartinên ji bo hilbijartinên serkoatiyê de ji Partiya Demokrat Bernîe Sanders bi ser ket.
Sanders ji sedî 55.7 ê dengan, hevrika wî Hîllary Clînton jî ji sedî 44.3 ê dengan stend. Li gorî vê encamê Sanders 7, Clînton jî 6 delege bi dest xistin.
Li gorî rewşa dawî Clînton xwe gihand 1.774 delegeyan, Sanders jî bû xwedî 1.117 delegeyan.
Ji bo pêşbirka serokatiyê, pêş hilbijartinên 19'ê Nîsanê yên li eyaleta New Yorkê, xwedî girîngiyeke mezin e. Ji demokratan 291, ji Komargeran jî wê 95 delege di nava bernamzetan de parê bibin.
Pêş hilbijartinên liDYA wê heta mehên havînê bidomin. Namzetên partiyan ên ji bo serokatiyê, tê payîn heta dawiya meha Tîrmehê werin eşkerekirin.
Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hilbijartinên ji bo serokatiyê wê di 8'ê Mijdarê de pêk werin.