Li Rûsyayê êrîşa 'bombeyên zindî'

Li herêma Stavropol a Rûsyayê, tê gotin li nêzî qereqoleke polîsan pênc teqînan rû dane. Serokkomarê Tirk Erdogan çend roj berê gotibû "Dibe ku li Rûsyayê bombe biteqin."

Li herêma Starvopol a li başûrrojavayê Rûsyayê, tê gotin li hemberî qereqolekê êrîşa bombeyên zindî hatiye kirin.

Rayedarekî li ser mijarê agahî da medya Rûs û got, "Li gorî agahiyên destpêkê 3 çalakgerên întixarî li nêzî qereqola polîsan a li herêma Novoselîtskiy a li Stavropolê bombeyên li ser xwe pêçandî teqandin. Terorîst mirin. Dengê pênc teqînan hat bihîstin."

Li gorî nûçeya Spûtnîkê, ji ber sedemê tiştek bi kesî nehatiye.

Li gorî agahiyên çavkaniyekî emniyetê jî, êrîşkarê çaremîn ji aliyê polîsan ve hat kuştin.

Herêma Stavropol li nêzî Bakurê Kafkasya ye. Li Dagistan a li Bakurê Kafkasyayê, di nava mehekê de du caran êrîş li dijî bendên kontrolê û qereqolên polîsan hatin kirin.

ERDOGAN IŞARET PÊ KIRIBÛ

Serokkomarê Tirk Erdogan berî çend rojan gotibû, dibe ku li Rûsyayê bombe biteqin. Dema Erdoagn heman daxuyanî li ser Belçîkayê da, piştî 4 rojan 3 êrîşkarên bombeyî li Brukselê êrîş kiribûn.