Li Kanadayê hewldana xwekuştina xwecihiyan zêde bû

Li herêma Ontarîo ya li bakurê Kanadayê, ku bi qasî 2 hezar xwecihî lê dijîn, bûyerên xwekuştinê gihaştin asteke xetere. Tê texmînkirin, ku zor û zehmetiyên mezin ên derdikevin pêşiya xwecihiyan, sedema întixarê ne.

Li herêma Ontarîo ya li bakurê Kanadayê, ku bi qasî 2 hezar xwecihî lê dijîn, bûyerên xwekuştinê gihaştin asteke xetere. Tê texmînkirin, ku zor û zehmetiyên mezin ên derdikevin pêşiya xwecihiyan, sedema întixarê ne.

Koma ji Çermsoran a bi navê Attawapîskat ku li herêma Ontarîo dijî, ji meha Cotmehê û vir ve bi întixaran re di rojevê de ye. Li vê komuna ku çend roj berê 11 kesan bi carekê ve hewl dan xwe bikujin, di meha Adarê de jî 28 hewldanên xwekuştinê rû dan.

Hat ragihandin, ji meha Îlonê û vir ve zêdeyî sed kesan hewl dan xwe bikujin, ji van ê herî ciwan 11 salî yê herî extiyar jî 71 salî ye.

Di nava civakeke ji 2 hezar kesî de ewqas hewldanên zêde yên xwekuştinê balê dikişîne. Sedema bûyerên întixarê yên li nava xwecihiyên Attawapîskat, pirsgirêkên heyî tê nîşandan. Brûce Shîseesh û endamên meclîsê li ser navê vê civakê daxuyaniyek dan û gotin, "Çavkaniyên civaka me çikiyan e û li derve jî ti çavkanî nîne." Di daxuyaniyê de daxwaza alîkariyê hat kirin.

Xwecihiyên Attawapîskat ji medya Kanadayê re axivîn û anîn ziman, mirovên întixar dikin xwedî pirsgirêkên cidî ne, hin jê jî li hemberî pirsgirêkên tenduristiyê li ber xwe didin. Hat ragihandin, di meha Cotmehê de keçeke 13 salî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û nêzîkatiya nebaş a li dibistanê, dawî li jiyana xwe anî.

Piştî vê bûyera xwekuştinê, gelek zarokên nêzî emrê ciwantiyê yên li nexweşnayea komunê, bi bikaranîna asteke bilind a narkotîkê re întixar kirin. Ji ber vê hewldanê zarok terapiyê dibînin.

Tevî ewçend întixar û hewcedariya gel a bi alîkariyê jî, rayedarên herêmî û federal nakevin nava ti hewldanan.

Ji parlamenterên herêmê Charlîe Angûs da xuyakirin, ku di nava şert û mercên asayî de piştî her întixarê ekîbên alîkariya lezgîn ji dibistanan re tên şandin, lê belê li Attawapîskat û komunên mîna vê yên gelê xwecihî, hewldaneke bi vî rengî nayê kirin. Angûs diyar kir, gelê herêmê bi qedera xwe re tenê hatiye hiştin û anî ziman, ev yek jî dibe sedem ku pirsgirêk mezintir bibe.