Li Gronlandê germa havînê: Qeşa bi lez dihele

Qeşa li Gronlandê ku di bilindbûna ava Okyanûsan de xwedî pareke girîng e, îsal bi leztir dihele. Vê rewşê rê li ber alarmê vekir.

Li vê girava mezin, germa ku di meha Tîrmehê de rû dida, ji niha ve tê hîskirin. Li hin peravên giravê germahî gihaştiye 18 pileyî.

Lêkolînerê avhewayê Peter Langen ji malpera Polar Portal a Enstîtuya Meteorolojiyê ya Danîmarkayê re axivî û anî ziman, helîna qeşa li girava Gronlandê îsal zû destpê kiriye. Langen her wiha destnîşan kir, ku pêvajoya helîna qeşayê îsal bêhtir 'dijwar' e û da zanîn, rêjeya qeşa di destpêka hefteyê de heliya ji sedî 12 ye.

Li gorî daxuyaniyên Langen, ev leza helînê ya qeşa Gronlandê, wê bibe sedem ku texmînên heta niha dihatin kirin ji nû ve bên nirxandin.

Tê gotin, helîna ji sedî 12 ya qeşayê herî dawî di 5'ê Gulana 2010'an de hatiye dîtin. Di 8'ê Gulana 1990'î û 9'ê Gulana 2006'an de di vê astê de qeşa heliya bû. Lê belê îsal 25 rojan zûtir qeşa heliya. Ev 25 roj gelekî zû tê dîtin.

Ji saziya çavdêriyê ya bi navê Geologîcal Sûrvey of Denmarkê Robert Faûstîno jî diyar kir, germa di meha Nîsanê de li Gronlandê heye, di nava şert û mercên asayî de di mehên havînê de dihat hîskirin. Faûstîno da xuyakirin, li stasyoneke hewayî ya li başûrrojavayê Gronlandê ya li qadeke ji 1.840 metre bilind, 3,1 pile ye. Faûstîno da zanîn, germahî li peravên giravê zêdetir e û diyar kir, li peraên rojavayê giravê germahî gihaştiye 17,8 pileyî.

Asta ava li deryayê di navbera salên 1990-2010'an de bi 25 mîlîmetreyî bilind bûbû û sedema herî girîng a vê bilindbûna avê jî helÎna qeşa li Gronlandê hatibû nîşandan.