Hilbijêrên çep ên li Fransayê pêş hilbijartinê dixwazin
Hem hilbijêrên giştî hem jî hilbijêrên çep ên Fransayê dibêjin; eger Hollande careke din bibe namzet, divê PS pêş hilbijartinê bîne.
Hem hilbijêrên giştî hem jî hilbijêrên çep ên Fransayê dibêjin; eger Hollande careke din bibe namzet, divê PS pêş hilbijartinê bîne.
Serokkomarê ji Partiya Sosyalîst a Fransayê (PS) Hollande, tevî ku popularîteya wî daketiye asta herî nizm jî, tê zanîn, ku di hilbijartinên sala pêş ên Serokkomariyê de careke din bibe namzet.
Françoîs Hollande yê di Gulana 2012'an de dest bi wezîfeyê kir, aborî negihand asta tê xwestin û pêşî li bilindbûna rêjeya bêkariyê negirt. Ji bo hêzên çep di hilbijartinên Nîsana sala bê de bi ser keve, nîqaşên cidî li ser namzetiyê tên kirin. Daxwaza Hollande ya ji nû ve namzetbûyînê, tiştekî veşartî nîne.
Li gorî anketekê, du ji sê parên hilbijêrên giştî yên Fransayê, û sê ji çar parên hilbijêrên çep dixwazin, namzet bi pêşhilbijartinê werin diyarkirin.
Ev anket ji aliyê şîrketa bi navê Opînîon Way ve ji bo rojnameya Le Fîgaro hat amadekirin. Rêjeya hilbijêrên çep ên Hollande serketî dibînin ku dikare careke din bibe namzet ji sedî 15 ye. Bi giştî ji sedî 5 ê hilbijêran Hollande diecibînin.
Di heman anketê de, ji hilbijêran hat pirsîn, ku eger Hollande bixwaze di hilbijartinên 2017'an de ji nû ve bibe namzet, ew ê çi bixwazin. Li gorî vê yekê ji sedî 75 ê hilbijêrên çep dixwazin PS ji sedî sed pêş hilbijartinê çêbike û bi vî rengî namzetê xwe diyar bike.
Ji sedî 64 ê temamiya hilbijêrên i Fransayê jî dixwazin PS pêş hilbijartinê bike.
Ji namzetên din ên PS Şaredara Lîlle Martîne Aûbry ji aliyê ji sedî 24 ê hilbijêrên çep ve tê tercîhkirin. Serokwezîr Manûel Valls jî bi rêjeya ji sedî 19'an re di rêza duyemîn, Hollande jî bi rêjeya ji sedî 15'an re di rêza sêyemîn de cih digire.