Li Qenala Sîcîlyayê 4 hezar penaber hatin rizgarkirin

Piştî ku li Yewnanîstanê pêşî li penaberan hat birîn, hejmara penaberên berê xwe dan Îtalyayê zêde bû. Di nava 2 rojên dawî de 4 hezar kes di kêliya dawî de ji xeniqînê hatin rizgarkirin.

Piştî ku li Yewnanîstanê pêşî li penaberan hat birîn, hejmara penaberên berê xwe dan Îtalyayê zêde bû. Di nava 2 rojên dawî de 4 hezar kes di kêliya dawî de ji xeniqînê hatin rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravê ya Îtalyayê, duh tevahiya rojê di karê li herêma Qenala Sîcîlyayê de 2 hezar 154 penaber hatine rizgarkirin. Ji roja Duşemê û vir ve hejmara penaberên hatine rizgarkirin gihîşt 4 hezarî.

Li gorî daxuyaniyê di 8 operasyonên roja Duşemê de hear 850, di 17 operasyonên duh tevahiya rojê de jî 2 hezar 154 penaber hatine rizgarkirin. Rayedarên Îtalyayê dan xuyakirin, ku tiştek bi penaberên bi botên plastîk bi rê ketine, nehatiye.

Ji Qenala Sîcîlyayê ya di navbera Tûnis û Girava Sîcîlyayê de cih digire, ev çend hefte ne bi hezaran penaber derbasî Îtalyayê bûn. Piştî peymana navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê, balkêş e koçberiya penaberan ji nişka ve berê xwe da welatên Derya Spî yên weke Îtalya û Qibrisê.

Di 20 salên dawî de li Derya Spî herî kêm 25 hezar penaberan jiyana xwe ji dest dan.