Di êrîşa Îdomenî de 260 penaber birîndar bûn

Bilançoya şerê ku li wargeha penaberan a li ser sînorê Makedonya ya bajarê Îdomenî yê Yewnenîstanê rû dayî eşkere bû.

Bilançoya şerê ku li wargeha penaberan a li ser sînorê Makedonya ya bajarê Îdomenî  yê Yewnenîstanê rû dayî eşkere bû.

Li gorî agahiyên ku doktorên Sînor Nenas dane, penaberên ku xwestin sînorê Îdomenî derbas bikin ji seatên nîvro ve rastî êrîşa polîsên Makedonî hatine. Di encamê de herî kêm 260 penaber birîndar bûn û 3 polîs jî birîndar bûne. 

Wexta ku penaberan xwestine têlan biqetînin û derbas bibin, polîsan bi bombeyên gazê êrîş kirine, penaberan jî xwe bi keviran parastine. 

Ji meha Adarê heya niha sînorê Makedonyayê girtîye. Tê payîn sînor were vekirin û penaber derbasî Îdomenî bibin. Penaber hê jî li benda vekirina sînor in.