Artêşa Iraqê bajarê Hîtê ji DAIŞ'ê paqij kir
Artêşa Iraqê di operasyona xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bajarê Hîtê yê ser bi wîlayetan Anbarê ji DAIŞ'e paqij kir. Hat ragihandin, di vê operasyonê de zêdeyî 100 çete hatine kuştin.
Artêşa Iraqê di operasyona xwe ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de bajarê Hîtê yê ser bi wîlayetan Anbarê ji DAIŞ'e paqij kir. Hat ragihandin, di vê operasyonê de zêdeyî 100 çete hatine kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Operasyonên Hevpar a Wezara Parastinê de hat ragihandin, hêzên ser bi Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê, bajarê Hîtê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar irine û derbên giran li çeteyan xistine.
Fermandarê Operasyonên Anbarê Tûggeneral Îsmaîl el Mîhlavî diyar kir, koalîsyona navneteweyî ya b pêşengiya DYA jî ji hewayê destek daye û di encama operasyonê de zêdeyî 100 çete hatine kuştin.
Fermandariya Operasyona Hevpar a Iraqê, ji bo paqijkirina bajarê Hîtê ji çeteyên DAIŞ'ê, di 31'ê Adarê de operasyon dabû destpêkirin.