Hikûmeta Elmanyayê dixwaze careke din destûr ji glîfosatê re bê dayîn, ku ev made di karê çadiniyê de ji bo tinekirina gihayê nayê xwestin tê bikaranîn. Fikar hene ku ev made rê li ber kanserê veke. Li gorî agahiyan, hikûmetê biryara xwe ya li ser mijarê pêşkêşî rayedarên Yekîtiya Ewropayê (YE) kirine.
Di nûçeya Suddeutsche Zeîtûngê de hat ragihandin, Wezareta Çandiniyê ya Elman ji dîrektorê erkdar ê Yekîtiya Ewropayê re nameyek şandiye û jê xwestiye, dema destûra bikaranîna glîfosatê dirêj bike. Li gorî nûçeyê, Wezareta Çandiniyê alîgirê erêkirina bikaranîna glîfosat e.
Dema bikaranîna glîfosat di meha Hezîranê de diqede. Tevî ku Elmanya dixwaze dema bikaranînê dirêj bike jî gelek welatên Yekîtiya Ewropayê xwe nêzî vê nakin. Ji ber lêkolînên li ser xeteriya xwe ya afirandina nexweşiya kanserê, dihat xwestin ku bikaranîna glîfosat li karê çandiniyê bê qedexekirin.
Serokê Koma Meclîsa Federal a Partiya Keskan Anton Hofreîter der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Hikûmetê li pêşberî pîşesaziya çandiniyê serî tewandiye." Hofreîter bal kişand ser endîşeyên zanistî yên li ser bandora kanserojen a glîfosat û destnîşan kir, tevî vê yekê jî destûra 15 salan a ji bo bikaranîna vê madeyê helwesteke 'bêberpirsyarî' ye.