Li Hîndîstanê karesat: Zêdeyî 100 kes mirin

Li Hîndîstanê ji ber teqîna li perestgehekê, zêdehî 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, 250 kes jî birîndar bûn.

Li gundê Kollam ê eyaleta Kerala ya li başûrê welêt, nîvê şevê di dema festîvalekê de li Perestgeha Pûttîngalê teqînekê rû da û rê li ber karesaeteke mezin.

Wezîrê Karên Hundir ê Eyaletê Ramesh Chennîtala li ser karesatê daxuyaniyek da û diyar kir, dema perestgeh ji bo 'Vîşnû' ya sala nû ya Hîndû ku wê roja Pêncşemê destpê bike dihat amadekirin, di dema ceribandina pêşandana fîşekên hewayî de çirûskên ji agir bi balyeyên fîşekên hewayî ketiye û ji ber vê yekê teqînê rû daye. 

Chennîtala ragihand, şewata li vir rû da, di demeke kurt de bi tevahiya perestgehê ketiye û bi dehan kesên firsedan revê nedîtin, jiyana xwe ji dest dan.

Wezîr Chennîtala da xuyakirin, ji bo tespîtkirina kesên xemsariya wan di bûyerê de hene, wê lêpirsîn bê destpêkirin.