PE wê mijara parvekirina agahiyên rêwiyên balafiran pêşkêşî dengdanê bike

Dengdana li ser qeyda daneyan a agahiyên rêwiyên balafiran ên welatiyên welatên Ewropayê lê werin berhevkirin, sibe li Parlamenta Ewropayê (PE) pêk tê.

Dengdana li ser qeyda daneyan a agahiyên rêwiyên balafiran ên welatiyên welatên Ewropayê lê werin berhevkirin, sibe li Parlamenta Ewropayê (PE) pêk tê. Ev guhertina bi navê Passenger Name Record (PNR) ev pênc sal in mijara nîqaşan e.

Ev talîmata bi navê PNR a ji aliyê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) ve di sala 2011'an de bi armanca 'têkoşîneke xurtir li dijî terorîzmê' hat amadekirin, wê sibe pêşkêşî dengdanê were kirin. Fransa serkêşiya vê guhertinê dike û gelek welatên Yekîtiya Ewropa jî destekê didin.

Du roj beriya dengdanê, Serokwezîrê Fransayê Manûel Valls komên li Parlamenta Ewropayê yên li Strasboûrgê ziyaret kir û îdîa kir ku PNR 'di têkoşîna li dijî terorîzmê de tedbîrek e'. Valls tevî Serokê PE Martîn Schûlz re daxuyaniyek hevpar da û diyar kir, ji bo vê armancê pêwîstiya wan hîn bêhtir bi îstîxbaratê heye.

Eger PNR di dengdana li PE de were qebûlkirin, wê şîrketên rêyên hewayî neçar bimînin dem, rêgeh an jî kordînatên muşteriyên xwe ji dewletên endam re ragihînin. Bi saya vê yekê wê gumanbarê gelekî zêde diçe û tê an jî kesên diçin welatên rêxistinên çete lê hene, wê bên şopandin.

Bi vê yekê re wê li gorî agahiyên çûn û hatinê, mirov bi hêsanî 'gumanbar' werin îlankirin. Li gorî PNR wê welatên Yekîtiya Ewropayê têkildarî kesên 'gumanbar' de welatên din jî hişyar bikin. Ev dane her wiha wê karibe 5 salan veşartî bên hiştin.

Ji ber PNR fikar hene ku ev agahiyên şexsî yên pêşî li azadiya ger û rêwîtiyê digirin, dikarin ji bo armancên cuda jî bên bikaranîn. PNR herî dawî di meha Kanûnê de hatibû pejirandin. Lê belê Sosyalîst, Kesk û Lîberalên li dijî PNR derdikevin xwestibûn, ev guhertin tevî pêşnûmeya 'parastina daneyên şexsî' bê nirxandin.