Li Îsraîlê kargeheke çêkirina cam a 1.600 salî hat dîtin
Li Îsraîlê bermayînên kargehekê hat dîtin, ku hat tespîtkirin 1.600 beriya niha li vê derê cam dihat çêkirin.
Li Îsraîlê bermayînên kargehekê hat dîtin, ku hat tespîtkirin 1.600 beriya niha li vê derê cam dihat çêkirin.
Li Îsraîlê bermayînên kargehekê hat dîtin, ku hat tespîtkirin 1.600 beriya niha li vê derê cam dihat çêkirin. Tê gotin, ev firneya cam a li bakurê welêt hatiye dîtin, nîşan dide ku herêm di serdema destpêkê de navendeke girîng a hilberîna camê bû.
Di daxuyaniya Lêkolînên Serdema Destpêkê ya Îsraîlê de hat ragihandin, bermayînên hatine dîtin ên 4 firinên cam in û camên li vê derê hatine çêkirin ji bo bazirganiyê ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku kevntirîn firneya cam a li welêt hatiye dîtin.
Li gorî daxuyaniyê, li van firneyên heta 1.200 pileyî dihatin germkirin, xîz û xwê bi hev re hatine helandin û bi tonan camên bi vî rengî derketine holê, piştre hatine şikandin û firotin. Hat ragihandin, ev parçeyên cam dûre ji aliyê kesên kirîne ve hatin helandin û ji bo çêkirina alavên ji camê hatine bikaranîn.
Di havîna par de li Çiyayên Karmelê, ku parçeyên berhemên tên texmînkirin li firneya 1.600 salî ya cam hatin hilberîn û gihaştine Ewropayê hatibûn dîtin.