Sonneborn: Yekane nexweşiya heyî; Merkel a bi despotê Tirk re bûye yek

Yek ji navedarê mîzaha Elman Martîn Sonneborg ê ji sala 2014'an û vir ve parlamenterê PE ye, nearzîbûna Serokwezîr Angela Merkel a li hemberî helbesta li ser Serokkomarê Tirk Erdogan, bi tundî rexne kir.

Yek ji navedarê mîzaha Elman Martîn Sonneborg ê ji sala 2014'an û vir ve parlamenterê Parlamenta Ewropayê (PE) ye, nearzîbûna Serokwezîr Angela Merkel a li hemberî helbesta li ser Serokkomarê Tirk Erdogan, bi tundî rexne kir.

Sonneborn diyar kir, helbesta ji aliyê ZDF ve ji weşanê hat rakirin di nava sînorên satîr de ye û destnîşan kir, ku di rewşa heyî de yekane rewşa nexweş; Yekbûna Merkel bi despotê Tirk re ye.

MERKEL BI 'DESPOTÊ TIRK (ERDOGAN)' RE BÛ YEK

Martîn Sonneborn ji radyoya SWRInfor re axivî û nerazîbûn nîşanî gotinên Angela Merkel ên li hemberî nivîskarê helbestên mîzahî Jan Bohmermann ê Erdogan rexne kir, da. Sonneborn got, "Merkel bi rengekî dûrî ji moral û nirxan, bi despotê Tirk (Erdogan) re bûye yek" û wiha dewam kir: "Dema mijar mîzah be, niha radibe lîstikek durû nîşan dide."

Sonneborn êrîşa li hemberî Charlîe Hebdo û rewşa piştî wê bibîr xist û diyar kir, piştî êrîşên bi heman rengî gelek siyasetmedarên li Elmanyayê 'ji bo parastina mîzahê' li pişt wan sekinîne, lê di nerazîbûn an jî krîzeke gengaz de 'teriya xwe xistine bin xwe'. Sonneborn destnîşan kir, ku dema mîzah rê li ber krîzê vedike, siyasetmedar bi rengekî 'dûrî ji rastiyê' tiştekî fêm nakin.

'YEKANE NEXWEŞIYA HEYÎ MERKEL E!'

Sonneborn ragihand, helbesta Jan Bohmermann a ji ber nerazîbûna dewleta Tirk ji weşanê hat ragirtin, helbestek di nava sînorê satîr de ye û destnîşan kir, ev helbest ji vîdeoya bi navê 'Erdowi, Erdowo, Erdogan' a hînê di bernameya Extra3 de tê weşandin, bêhtir bi kalîte ye. Sonneborn diyar kir, vekirina lêpirsînê li hemberî helbesta Bohmermann ne rast e û anî ziman, ew li holê pirsgirêkeke rê li ber hewldanên hiqûqî veke, nabîne.

Parlametnerê parlamenta Ewropayê Sonneborn destnîşan kir, ku yekane rewşa nexweş a heyî Angela Merkel bi xwe ye û bi gotina "Hempîşeya min Merkel aqlê xwe winda kiriye" Serokwezîra Elmanyayê rexne kir.

Martîn Sonneborn her wiha peymana li ser penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa-Tirkyeyê bi pêşengiya Elmanyayê hat kirin, careke din rexne kir.