Li Sûdanê cezayê îdamê li 22 Sûdaniyên ji Başûr hat birîn

Li Sûdana bi lîderiya Omer El Beşîr, ku ji ber sûcê şer û qirkirinê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) biryara girtina wî daye, li dehan mûxalîfên biyanî cezayê îdamê hat birîn.

Li Sûdana bi lîderiya Omer El Beşîr, ku ji ber sûcê şer û qirkirinê Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (ICC) biryara girtina wî daye, li dehan mûxalîfên biyanî cezayê îdamê hat birîn.

Dadgehek li Bakurê Khartoûmê, 22 welatiyên Sûdana Başûr a di sala 2011'an de serxwebûna xwe îlan kir, bi îdîaya ku alîkarî dane mûxalefeta li Herêma Darfûrê, cezayê îdamê li wan birî.

Parêzerê aliyê parastinê yê bi navê Mahjûb Abdullah diyar kir, heyeta dadgehê ya bi serokatiya Abîdîn Dahî, cezayê îdamê daye 22 welatiyên Başûrê Sûdanê û li sê kesan jî cezayê ragirtina heta bi hetayê birî ye. Parêzer da xuyakirin ku welatiyên Başûrê Sûdanê ji sûcên 'li Darfûrê tevî raperîneran şer kirin' û 'terorîzmê' tên darizandin

Tê gotin, 25 kesên li dadgeha Khartoûm a Bakur hatin cezakirin, endamê tevgereke raperîna çekdarî ya berê ye, ku li Darfûrê bi navê Tevgera Edalet û Wekheviyê (JEM) dixebite. JEM'ê di Nîsana 2013'an de bi hikûmeta Sûdanê ya bi lîderiya Omer El Beşîr re peymana aştiyê îmze kiribû û endamên rêxistinê jî ji bo çekên xwe teslîm bikin û heta efûya giştî bisekinin, li kampan bi cih bûbûn.

22 kesên cezayê îdamê li wan hat birîn jî heta meha Sibatê, li van kampan diman. Sûcdariyên 'şerê li hemberî dewletê', 'xerakirina sîstema desûra bingehîn' û 'terorîzm' weke sedema birîna cezayê îdamê hatin nîşandan.

Parêzerê mehkûmên Sûdana Başûr dan xuyakirin, ku ew ê li hemberî vê biryara îdamê serî li Dadgeha Bilind bidin.