Li Fransayê gel ji bo vekişandina Pêşnûmeya Karkirinê çalakiyan pêş dixe

Li Fransayê bi sedan kes bi daxwaza vekişandina Pêşnûmeya Karkirinê cara 6’emîn daketin kolanan.

Li Fransayê bi sedan kes bi daxwaza vekişandina Pêşnûmeya Karkirinê cara 6’emîn daketin kolanan.

Li dijî pêşnûmeya hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) ya tevî nerazîbûna sendîkayan jî venekişand û bi hin guhertinan re sînordar ma, bi banga sendîkayan gel daket kolanan.

Xwepêşandana herî mezin li paytext Parîsê hat kirin, li bajarên mezin ên weke Toûloûsê, Marsîlya, Strasboûrg, Rennes, û Nantes jî di nav de li gelek bajaran gel daketin kolanan.

Li paytext Parîs a ku serokê sendîkayan jî di nav de, bi deh hezaran kes ji Qada Repûblîqûe hata herêma Place d’Italîe meşiya. Çalakvan, li gel paşdekişandina pêşnûmeyê û xebatên dizî yê baca ku hefteya borî ya li Şaredariya Panamayê û bêdengiya hikûmetê ya li hember vê jî nerazîbûn nîşan da.

Li bajarê Toûloûse hêjmara beşdarvanan gihişte 20 hezaran, li bajarên din jî hêjmara çalakvanan gihiştin deh hezaran.

Li ser banga sendîkayên CGT, FO, FSÛ, Solîdaîres, ÛNEF, ÛNL û FIDL wê 28’ê Nîsanê li seranserî welat çalakî bên lidarxistin. Li dijî pêşnûmeya Karkirinê heta vê rojê 5 caran li seranserî welat çalakiyên mezin hatine lidarxistin. Di çalakiya 31’ê Adarê de li gorî sendîkavanan 1.2 milyon kes beşdar bibûn.

Pêşnûmeya Karkirinê ya ku li Meclisa Neteweyî li ser tê nîqaşkirin û gelek madeyên wê rastî bertekan hatine, wê 3’yê Gulanê biçe Senatoyê.