'Şer biqedînin û li muzakereyê vegerin'

Êrîşên AKP'ê yên li hemberî Kurdan, binpêkirina mafên azadî û çapemeniyê, li Parlamenta Swêdê rê li ber nerazîbûnan vekir. Parlamentera Swêdî Cederfelt banga "Şer biqedîne, li muzakereyê vegere" li AKP'ê kir.

Partiya mûxafazakar a Swêdê Moderat ku weke 'partiya bira'yê AKP'ê bi salan destek da hikûmeta AKP'ê, li hemberî êrîşên li dijî Kurdan tên kirin, ket nava liv û tevgerê. Endama Komîsyona Karên Derve ya parlamentê û Parlamentera Plartiya Moderat Margaret Cedeferldt ku di heman demê de Alîkara Serokê Delegasyona Meclîsa Parlamenteran a Rêxistina Hevkarî û Ewlekariya Ewropayê ye, li ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê pêşnûme pirsek pêşkêşî parlamentê kir Cederfeldt 'ji bo êrîşên hovane yê dewleta Tİrk ên li hemberî Kurdan bisekinin' ji Swêdê xwest bikeve navberê.

Der barê mijarê de Cederfelt ji me re axivî û diyar kir, ew bi tundî li dijî êrîşên li hemberî gelê sivîl e.

Cederfelt da xuyakirin, ku wê bi xwe ji hikûmeta Swêdê xwestiye, ku êrîşên li hemberî Kurdan bixe rojeva Parlamenta Ewropayê (PE) û ji bo bidawîbûna êrîşên li dijî sivîlan xwest YE û welatên Ewropayê bikevin navberê.

Cederfelt ev nirxandin kir: "Kurd gelekî xwedî kevneşopiyeke xurt e, lê belê di herikîna dîrokê de timî rastî neheqiyê hat. Her tim bû hedefa êrîşan. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Mîna hemû gelan mafên Kurdan jî hene ku nasname û çanda xwe biparêzin. Girîng e alî ji nû ve li dora maseya muzakereyê rûnên û dest bi hevdîtinan bikin. Ji bo peydakirina çareseriyeke mayînde ji pirsgirêkê re, ev hewce ye. Ji bo rîska şer ji holê bê rakirin, divê hevdîtin di bin çavdêriya aliyekî sêyemîn de bê kirin."

Cederfelt diyar kir, ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafê çapemenî û azadiya ramanê di asta herî xetere de ye û herî dawî ev bang li AKP'ê kir:

"Şer biqedînin û ji nû ve dest bi muzakereyan bikin. Rojnamevan û rewşenbîrên li girtîgehan serbest berdin. Êdî înternetê sansur nekin. Hurmetê nîşanî azadiya çapemeniyê û mafên mirovan bidin."