Li Elmanyayê bi tenê ji sedî 15 ê penaberan 'wê li sîstemê werin'

Tê gotin, ku zêdeyî 1 mîlyon penaberên di nava 2 salên dawî de hatine Elmanyayê, wê nikaribin valahiya bazara hêza kar a kalîfiye û demografîk a li welêt tijî bikin.

Tê gotin, ku zêdeyî 1 mîlyon penaberên di nava 2 salên dawî de hatine Elmanyayê, wê nikaribin valahiya bazara hêza kar a kalîfiye û demografîk a li welêt tijî bikin.

Dîrektorê Daîreya Stastîkan û Koçberiyê ya Fedaral (BAMF) Frank Jurgen Weîse ji radyoya Deutschlandfunk re axivî û anî ziman, ku bi tenê ji sedî 15 ê penaberên hatine welêt mirovên perwerdeya pîşeyî dîtine. Weîse ragihand, pêkane ku ev kes yekser di nava bazara kar de werin bicihkirin, lê belê piraniya yên mayî xwedî perwerdeyeke têrker a standartên Elman nînin.

Weîse ji bo penaberan got, "bazirganî, kirin, xebitîn, wesayît çêkirin, xanî ava kirin" û diyar ir, ya divê were kirin, entegrekirina tecrûbeyên pîşeyî yên penaberan li nava sîstema Elman e. Dîrektorê BAMF'ê da zanîn, ev yek wê demeke dirêj dewam bike û maliyeta vê jî li gorî mirovên din ên li Elmanyayê dijîn wê zêdetir be.

Li ser nirxandina serlêdanê penaberiyê jî Frank Jurgen Weîse da zanîn, ew dixwazin heta dawiya salê bi giştî 1 mîlyon serlêdanan binirxînin û dema li bendê mayînê ya 8 mehan daxînin 3 mehan.

Par bi giştî serlêdanên 476 hezar penaberan hatibûn nirxandin. Ev hejmar di meha KanûNê de 120 hezar bû. Di meha Adarê de jî daketibû 20 hezaran.