Li Japonyayê erd hejiya: Herî kêm 9 kes mirin
Li başûrrojavayê Japonyayê, ji ber erdhejên dijwar gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li başûrrojavayê Japonyayê, ji ber erdhejên dijwar gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Erdheja bi dijwariya 6,1 pileyan, nîvê şevê li girava Kyûşa ya li herêma Kûmamoto rû da. Hat ragihandin, di encama erdhejê herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûne.
Rayedarekî ji walîtiya herêma Kûmamoto diyar kir, ji ber erdhejê bi dehan xanî jî xera bûne. Rayedar da zanîn, piştî vê erdheja dijwar, çend erdhejên bi şîdeteke qels jî rû dane. Rayedar da xuyakirin, 135 kesên di erdhejan de birîndar bûn li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Fikar hene ku hejmara mirovên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da bin, zêde bibe.