Li Yemenê beriya agirbestê bi dehan kes mirin
Ji bo qedandina şerê zêdeyî saleke li Yemenê tê kirin, tê payîn sibe agirbest bikeve meriyetê. Lê belê di şerê duh de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ji bo qedandina şerê zêdeyî saleke li Yemenê tê kirin, tê payîn sibe agirbest bikeve meriyetê. Lê belê di şerê duh de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di şerê navbera yekîneyên artêşê yên ser bi Serokdewlet Mansûr el Hadî û milîsên Hûsî yên Şîa de li wîlayeta Marîbê herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Tê gotin, ji kesên jiyana xwe ji dest dane 7 jê leşkerên artêşê, 5 jî milîsên Hûsî ne.
Hat ragihandin, şer li Sarvahê giran bûye, ku ev der li ser rêya paytext Sanaayê nuqteyeke girîng e. Hûsiyan îdîa kirin ku di şer de herî kêm 35 leşkerên artêşê hatine kuştin. Di nûçeya li malpera Hûsiyan sabanews.net de hat ragihandin, êrîşa yekîneyên artêşê hatiye şikandin.
Di şerê navxweyî yê li Yemenê de ji Adara 2015'an û vir ve 6 hezar 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Ji bo qedandina vî şerî bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî agirbest hatibû ragihandin. Agirbest sibe destpê dike û tê payîn di 18'ê Nîsanê de li Qûweytê veguhere hevdîtinên aştiyê.