Ciwanên Elman cixare û alkol kêm kirin

Li gorî daneyên BZgA, zarok û ciwanên Elman ên navbera 12 û 25 salî, kişandina cixareyê û vexwarina alkolê kêm kirine.

Li gorî daneyên li Elmanyayê hatin weşandin, di nava zarok û ciwanên ji 12 heta 25 salî de, kişandina cixareyê û vexwarina alkolê gelekî kêm bûye. Bi bandora kampanyayên ji sala 2000'î û vir ve tê meşandin re, kişandina cixareyê bi 4 qatan kêm bû. Lê belê ji ber ku yek ji deh ciwanan, herî kêm carekê xaşxaş bi kar anîne, fikar zêde ne.

Li gorî daneyên ji aliyê Navenda Têgihiştina Tenduristiyê ya Federal (BZgA), di nava zarokên 12-17 salî de kişandina cixareyê di asta herî nizm a heta roja îro de ye. Hat ragihandin, di nava van mirovan de rêjeya kesên cixareyê dikişînin heta sala 2015'an ji sedî 7,8 kêm bû. Di nava 15 salên dawî de herî kêm bi 4 qatan kêm bû.

Li gorî daneyên BZgA, di sala 2001'ê de kişandina cixareyê ji aliyê zarokên 12-17 salî ji sedî 28 bû. Ev rêje di sala 2014'an de daket ji sedî 9,7'an.

Di heman demê de rêjeya zarok an jî ciwanên qet cixare nekişandine, zêde dibe. Di sala 2001'ê de ji nava koma 12-17 salî rêjeya mirovên qet cixare nekişandine ji sedî 40,5 bû. Ev rêje di sala 2015'an de gihîşt ji sedî 79,1.

Ev dane bi hevdîtina bi 7 hezar zarok û ciwanan re hat amadekirin.

DI NAVA KOMA 18-25 SALÎ DE RÊJEYA HERÎ KÊM A HETA ROJA ÎRO

Di nava ciwanên 18-25 salî de kêmbûna kişandina cixareyê balê dikişîne. Di nava vê komê de rêjeya mirovên cixareyê dikişînin ji sedî 26,2 ye ku ev yek rêjeya herî kêm a heta roja îro ye.

Di sala 2015'an de di nava zarokên 12-17 salî de vexwarina alkolê bi rêk û pêk, ji sedî 10 kêm bû. Di nava koma 18-25 salî de ev rêje ji sedî 33,6 e. Ev rêje di sala 2005'an de di nava koma 12-17 salî de ji sedî 18,6, di nava koma 18-24 de ji sedî 40,5 bû. Rêjeya ciwanên qet alkol venexwarine jî yek ji sê paran e, ku ev rêjeya bilind cihê kêfxweşiyê tê dîtin.

RÊJEYA BIKARANÎNA NARKOTÎKÊ HÎNÊ JÎ XETERE YE

Aliyekî din ê balkêş ê rapora BZgA jî bikaranîna madeyên hişbir ên weke esrar, marîûna û xaşxaş e. Li gorî daneyên dawî yek ji her deh ciwanan herî kêm xaşxaş bi kar anîne.

Partiyên mûxalefeta Elman Dîe Lînke û Kesk dixwazin qedexeya li ser bikaranîna xaşxaşê bê rakirin û bi vî rengî ciwan ji nava lepên çeteyên krîmînal werin rizgarkirin.