Donetsk û Lûgansk serxwebûna xwe pîroz dikin
Du dewletên nû yên herêma Donbassê duyemîn sala îlankirina serxwebûnên xwe bi merasîmên fermî pîroz dikin.
Du dewletên nû yên herêma Donbassê duyemîn sala îlankirina serxwebûnên xwe bi merasîmên fermî pîroz dikin.
Du dewletên nû yên herêma Donbassê duyemîn sala îlankirina serxwebûnên xwe bi merasîmên fermî pîroz dikin. Meşa danê sibehê li Komara Gel a Donetskê destpê kir li qada mezin a Donetskê, Qada Lenînê wek mîtîng didome.
Du baarên li Rojhilat û Başûrrojhilatê Ûkraynayê ku bi Rûsî daxivin û mafên xwe yên tayînkirina qederexa xwe bi kar anîn, serxwebûna xwe pîroz dikin. Piştî ku li Ûkraynayê alîgirên rojava desthilatî xistin û rêveberî bi dest xistin, Donbassiyan bi pêşendanên 6’ê Nîsana 2014’an ve li qadên bi zimanê Rûsî yên Ûkraynayê rêveberiya emelî bi dest xistin, 7’ê Nîsanê jî serxwebûna xwe îlan kiribûn. 7’ê Nîsanê li Donetskê wek Roja Azadiyê tê pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de pêşendanên muzîk û dans, her wiha performansên komên cuda li ser dikê cih digirin.
Di meş û pîrozbahiyên ku tê de peyama ‘yên me nas nekin, em jî wan nas nakin’ hate dayin de alên Komarên Gel ên Donetsk û Lûgansk, her wiha pankartên bi Rûsî hatin vekirin.
Herêma Donbassê li seranserî Ûkraynayê beriya Kirimê mafê xwe yê self-determînatîon bi kar anîbû.