Kapsula Dragon careke din dest bi barkirina kargo ji bo ISS kir
Kapsula kargo ya bi navê Dragon, ku bar dikişîne Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) piştî qezaya berî 9 mehan, careke din hat şandin.
Kapsula kargo ya bi navê Dragon, ku bar dikişîne Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) piştî qezaya berî 9 mehan, careke din hat şandin.
Kapsula Dragon a ji aliyê şîrketa bi navê SpaceX ve ji bo Ajansa Lêkolînên Fezayê ya Amerîkayê (NASA) hat çêkirin, bi fuzeya bi tîpa Falcon 9 bi awayekî serketî hat şandin.
Di dîmenên ji aliyê NASA ve hatin parvekirin de tê dîtin, piştî şandina kapsula Dragon, qatê destpêkê yê fuzeyê bi awayekî serketî xwe li platforma li ser okyanûsê datîne. Şîrketa SpaceX par jî kapsul şandibû û fuzeyeke ji 70 metreyî bi awayekî serketî danîbû ser zemînekî hişt ê li Florîda.
Kapsula Dragon a ji Stasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) re hat şandin û di ceribandina pêncemîn de bi ser hat xistin, tê payîn sibeha Yekşemê xwe bigihîne ISS a li bilindahiya 400 kîlometreyî ye. Di hundirê kapsulê de tevî xwarina ji 3 tonî, materyalên zanistî û moduleke ji 1,4 tonî giran a dikare bê nepixandin, heye.